Fener El-Giêt: Divê dewlet welatiyên xwe ji kampa Holê wergirin

Tevî van operasyon û girtinan, metirsî hê bi dawî nebûne. Li ser vê yekê Cîgirê Hevserokatiya Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Fener El-Giêt bang li welatan kir ku welatiyên xwe yên li kampa Holê wergirin, her wiha divê civaka navdewletî ji bo darizandina DAIŞ’iyên ku li gel Rêveberiya Xweser girtî ne, dadgehekê ava bikin.

Şane û bermahiyên DAIŞ’ê, hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê neçar kiriye ku li her cihî operasyonên têkbirinê pêk bînin.

Li ser vê yekê û ji ber egera veger û zindîbûna DAIŞ’ê, Hêzên Asayîşê, QSD, YPG, YPJ û yekîneyên taybet, 28 Adara borî li kampa Holê dest bi operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” kiribû.

Lê her çi qasî ev operasyon û gelekên din, bi sedan şane û grupên çeteyan têk biribin jî, metirsî ji ber nehevkariya civaka navdewletî, hê dewam e.

Cîgirê Hevserokatiya Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Fener El-Giêt di vê derbarê de dibêje:

“Pirsgirêka kampa Holê, kêşeyeke navdewletî ye.

Operasyonên heyî, çareyên demkî ne û bi kêr nayên.

Ji ber vê yekê, hevkariyeke navdewletî pêwîst e.

Divê sivîlên di nava kampê de vegerin welatên xwe û ji bo DAIŞ’iyên girtî, dadgeheke navdewletî were avakirin.”

Fener El-Giêt bang li dewletan kir ku welatiyên xwe yên li kampa Holê wergirin û destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser amade ye digel wan bo vê yekê alîkar be.

El-Giêt ji bo bidawîkirina dosyaya DAIŞ’ê, bang li civaka navdewletî kir ku, pêwîst e bersivê bidin bangên Rêveberiya Xweser.

Cîgirê Hevserokatiya Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Fener El-Giêt her wiha bang li welatên Ereban bi taybet li Iraqê kir ku, welatiyên xwe ji kampa Holê wergirin.

Li gorî daneyên fermî, li kampa Holê ji 57 dewletan, malbatên DAIŞ’iyan hene, ji wan dewletan, gelekan nasnameyên welatiyên xwe ji wan kişnandine û rê li ber vegera wan girtiye.

Back to top button