GEFA ÊRÎŞÊN LEŞKERÎ LI SER GELÊ ŞENGALÊ KIR

Parlamenterê Partiya Demokrata Kurdistanê PDK’ê Şêrwan Duberdanî bi gefên êrîşên leşkerî gef li xelkê Şengalê xwar û got:
Me raporek 30 xalî amade kirine.
Yek ji xalên sereke derxistina PKK’ê ye ji Şengalê ye.
Lê tişka bal kêş ewe ku hêzên HPG’ê ji Şengalê derketin.
Şervanên YBŞ’ê jî hemû xelkê Şengalê ne û Êzidî ne.
Şengaliyan jî bi meşekê nêzîkahiya hikûmeta Iraqê ya li hemberî civaka Ezîdî şermezar kir.

Parlamenterê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Serokê Lijneya Karûbarên Şengalê ya Parlamentoya Iraqê Şêrwan Duberdanî ji ajanseke dewleta tirk re axivî û gefa destwerdaneke leşkerî li Şengalê xwar.

Şêrwan Duberdanî di daxuyaniya xwe de eşkere dike ku wan raporek 30 xalî amade kirine û wiha dibêje;

Yek ji xalên sereke derxistina PKK’ê ye ji Şengalê ye.

Ji bo vê jî me îmzeyên 68 parlamenteran komkiriye.

Her wiha me li gel Serokê Parlamentoya Iraqê civiyane û emê di rûniştina bê de bêxin dengdanê de.

Diyare ku Duberdanî vekişîna hêzên HPG’ê ya 23 Adara 2018’an a ji Şengalê an ji bir kiriye an jî dixwaze vîna gelê Şengalê ya hatiye avankirin ji holê rake ye.

Ji xwe li herêmê niha zarokên Êzdîxanê di nava refên YBŞ û YJŞ’ê de parastina xaka pîroz a şengalê dikin.

Balkêşe ku ev daxuyaniya Parlamenterê PDK’ê piştî êrîşa 17’ê Adarê ya artêşa Iraqê ya li dijî wesayitekî şervanên YBŞ’ê tê.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) dabû zanîn ku di êrîşa li hemberî wesayîteke wan pêk hatî de 2 şervanên wan şehîd bûne, 3 şervan jî birîndar bûne.

Her wiha fermandariyê diyar kiribû ku di bin vê êrîşê de provakator hene.

BI MEŞEKÊ NÊZÎKAHIYA HIKUMETA IRAQÊ ŞERMEZAR KIR

Li dijî van kirinên li ser gelê Êzdîxanê Şengalî îro daketin qadê û meşiyan.

Şengaliyan di meşa xwe ya li Sinûnê pêk anîn de bêdengbûna hikumeta Iraqê şermezar kirin.

Di meşê de peyama, “Baweriya me êdî bi tu hezan nayê, tenê bi keç û xortên Şengalê tê” hat dayîn.

 

 

Leave a Reply

Back to top button