Salvegera 5. a bikaranîna kîmawî li ser Şêxmeqsûdê

Ev 5 sal di ser bikaranîna çekên kîmyewî li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê re derbas dibin.. ku tê de, 350 sivîlan jiyana xwe ji dest da.Tevî ku çete li sûcê xwe mikur hatin, lê sûcdar bê ceza man û heman tiştî li Efrîn û Serê Kaniyê dikin..

Li hemberî êrîşên li ser Şêxmeqsûdê, berxwedaneke bêhempa ji aliyê gel, YPG û YPJ’ê ve hat raberkirin û taxa Şêxmeqsûd veguherî sembol û nimûneya berxwedanê.

Piştî serkeftinê an jî 16’ê Sibata 2016’an rêze-êrîşên hovane li dijî taxê dest pê kir.

Sûcên ku pêk hatine, ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ku raporên bi şahidiya kesên zirardîtî û wêneyên ji asîman ve hatine kişandin, belav kirin, hatin belgekirin.

21 komên çete ku piraniya wan piştgirî ji artêşa Tirk a dagirker digirt, bi taybetî Cehbet El-Nusra beşdarî êrîşa li ser taxa Şêxmeqsûd bûbûn..

Êrîşên çeteyên “îtîlafa Sûriyê” çekên kîmyewî bi ser taxê de barandin.

Cara yekê 8ê Adara 2016an ev taxa navborî ji aliyê çeteyên îtîlafê ve bi çekên kîmyewî hate armanckirin.

Cara duyemîn 7ê Nîsana 2016an bi çekên kîmyewî hate topbarankirin.

Cara sêyemîn jî 8ê Nîsana heman salê bû.

Wê demê çeteyên Ceyş El-Îslam bi daxuyaniyekê, li xwe mikur hat ku wan di topbarana taxa Şêxmeqsûd de çekên kîmyewî bi kar anîne û dewleta Tirk bi rêya dergehên sînorî yên bi Sûriyê re, ji wan re ev çek şandibûn..

Nîsana 2016an de li herêma Eyn El-Til hin dîmen hatin belavkirin ku tê de diyar dibû, çeteyên Cebhet Turkmen ji bo topbarana taxa Şêxmeqsûd mûşekan amade dikin.

Di heman demê de, 6 sivîl jehrî bûbûn û henasa wan nediçû û nedihat.

Di dîmenekî din de, xuya dibû ku li ser mûşekan bi zimanê Tirkî “ji bo tolhildana şehîdên Stenbolê” hatiye nivîsîn, ev jî hevkariya dagirkeriya Tirk hîn piştrastir kir.

Li gorî daneyên Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, 2016 an di êrîşên çeteyên Îtîlafa Sûriyê de,350 sivîlan jiyana xwe ji dest da, û bi hezaran jî birîndar bûn.

​​​​​​​Piştî 5 salan jî sûcdarên ku Şêxmeqsûd kîmyebaran kirin, nehatin cezakirin.

Sûdarên Şêxmeqsûdê heman sûcdarên Efrîn, Serê Kaniyê ne.

Li van deveran jî dagirkeriya Tirk çekên Kîmyawî bi kar anîn û her sûcên bêyî hesab dikin..

Back to top button