Yûnanistan: Divê hikumeta Lîbî peymanên bi Tirkiyê re betal bike

Yûnanistan ji hikumeta Lîbyayê ya nû xwest ku tevahî peymanên ne rewa yên bi dewleta Tirk re hatine îmzekirin, betal bike.

Berdevka hikûmeta Yûnanistanê  Aristotelia Belloni, di çarçoveya serdana Serokwezîr Kyriakos Mitsotakis bo Lîbyayê de, piştgiriya welatê xwe bo hikûmeta yekbûna nîştimanî anî ziman.

Aristotelia da xuyakirin ku Yûnanistan amade ye digel Lîbyayê li ser tevahiya astan, têkiliyan asa bike û got:

“Ji bo xweşkirina rêya asakirinê, divê hikûmeta Lîbî çete û hêzên biyanî ji xaka xwe derxe, her wiha hemû peymanên binpêker mîna peymana dabeşkirina herêmên deryayî digel Tirkiyê, betal bike.”

Tê payîn Serokwezîrê Yûnanistanî Kyriakos Mitsotakis îro li Terablusê bi hikûmeta Lîbî re li ser peymana “neqanûnî” ya Wîfaqê digel Tirkiyê, guftûgoyê bike û helwesta xwe ji vê yekê diyar bike.

Back to top button