Urdinê…Pantegon: Em ê pabendî parastina ewlehiya Urdinê bin

Li ser aloziya Urdinê, Pantegonê ragihand ku ew pabendî ewlehiya Urdinê dibin û bi temamî piştgiriyê didin qiral Ebdullah.

Berdevka Pantegonê Commander Jessica McNulty, destnîşan kir ku ew rewşa li Urdinê dişopînin û hikûmeta Amerîka pêwendiyê bi berpirsên Urdinî re dikin.

Pategonê teqez kir ku têkiliya Amerîka bi Urdinê re gelekî xurt e û qiral Ebdullah jî hevkarekî wan ê bingehîn e û Amerîka piştgiriyek mezin dide wî.

Mîr hemza dilsoziya xwe bi qiralê urdinê re nîşan da

Di çaroveya rewşa dawî ya Urdinê de, Mîr Hemza duh li ser peyamekê îmze kir û tê de, dilsoziya xwe bo qiral Ebdullah piştrast kir.

Mîr Hemza diyar kir, ew ê piştgiriya qiralê Urdinê di çarçoveya parastina welêt û berjewandiyên niştimanî de bike û pabendî destûra welêt bimîne..

Back to top button