Li Endonezya û Tîmora rojhilatî ji ber babelîska Serogayê 157 kes jiyana xwe ji dest dan 

Li Endonezyayî heta niha 157 kesan ji ber babelîska Serogayê, jiyana xwe ji dest daye. 

Navenda birêvebirina bobelatan a Endonezyayî ragihand ku li Eyaleta Rojhilatê Nusa Tenggara û nêzî çend giravên Tîmora rojhilatî, heya niha 157 kesan ji ber babelîska Serogayê, jiyana xwe ji dest daye.

Bîlançoya qurbanan roj bi roj zêdetir dibe, tîmên rizgarkirinê jî, xebatên gerîna li wendayan didomînin.

Berdevka Navenda Rêveberiya Afet a Neteweyî ya Endonezyê dabû xuyakirin ku, bi hezaran kes ji ber lehiyê ji malên xwe derbider bûne, her wiha malên gelekan rastî ziyaneke mezin hatine.

Li gorî payînan, dibe ku rewşa hewayê ji ber lehiya babelîskê, heya çend rojên bê dewam bike.

Back to top button