Amerîkayê rêveberiya parastina Tirkiyê siza kir

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rêveberiya pîşesaziyên parastinê ya Tirkiyê ji ber kirîna pergala S-400 a Rûsî, da ber cezayan. 

Malpera Gencîneya Amerîkî da xuyakirin ku cezayên sepandî, desteya pîşesaziyên parastinê, serokê wê Ismaîl Demîr û 3 kesên girêdayî wan, digirin nava xwe.

Li ser vê yekê, Wezîrê Derve Antony Blinken anî ziman ku ev ceza, qedexekirina qoçanên Amerîkî yên hinardekirina bo desteya pîşesaziyên parastinê ya Tirkiyê, her wiha cemidandina sermayeyên Ismaîl Demîr û hin rayedarên din, di nav de ne.

Back to top button