Erebeyeke Tirkiyê pê li zarokekî 6 salî kir û ew kuşt

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûc û hovtiyên xwe li dijî Efrîniyan bê navber didomînin.
Li Efrînê, erebeyeke leşkerî ya çeteyan pê li zarokekî kir û ew kuşt, li navenda Efrînê û navçeyên wê 4 sivîl hatin revandin.

Li Efrîna dagirkirî, her diçe hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan zêd dibe.

Malpera Tora Çalakgirên Efrînê ragihand ku erebeyeke leşkerî ya çeteyan li bajarê Efrîna pê li zarokeke kir û ew kuşt.

Li gorî Torê, zarokê 6 salî yê ji gundê Oxcelê û navê wî Murad Mezlûm Mihemed e, li gundê Keferdelê hat veşartin.

Heman çavkaniyê diyar kir, çeteyê ku ev sûc kiriye ji aliyê MÎT a Tirk ve hatiye veşartin, da ku malbata zarok gilî lê neke.

Beriya hefteyekê li navenda Efrînê jî, çeteyan bi erebeyeke leşkerî pê li sivîlekî 35 salî kir û ew kuşt.

Li gorî heman malperê, çeteyan bi zanebûn pê li şêniyê bi navê Şêxo Menan kir û ew kuşt.

Li Efrînê û navçeya Raco du sivîl hatin revandin

Li aliyekî din, ji bo standina pereyan çeteyên dewleta Trik sûcên revandina sivîlan didomînin.

Rêxsitina Mafên Mirovan a Efrînê Sûrî ragihand ku 4’ê Nîsanê, çeteyan şêniyê bi navê Hesen Arif Şêxo yê 35 salî yê ji gundê Qîbarê yê Efrînê revand.

Ji gundê Meydana yê Navçeya Raco jî çeteyan şêniyê bi navê Hisên Ebo Mihemed yê 35 salî revand.

Ji gundê Basofanê yê Êzîdiyan du sivîl hatin revandin

31’ê Adara borî jî, ji navçeya Şêrewa çeteyan du sivîl ji gundê Basofanê yê Êzîdiyan revandin.

Bi hêcetên ne rast, çeteyan şêniyên bi navê Rîyad Elî Sîfdîn yê 35 salî û Cimo Salih Cimo yê 22 salî revandin.

Li gorî rêxsitinê, heya niha çarenûsa kesên ku hatine revandin ne diyar in.

Her weha Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî destnîşan kir ku ji destpêka vê salê heya niha, dagirkeran 213 sivîl ji Efrîn û navçeyên wê revandin.

Back to top button