Polîsan bi ser avahiya HDP a Semsûrê de girt, li Stenbolê 8 kes hatin binçavkirin

Di çarçoveya êrîşên qirkirina siyasî de, li 9 navçeyên Stenbolê 8 kes hatin binçavkirin.
Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku faşîzma AKP-MHP’ê nikare bi wan û ji bo pêkanîna ‘bloka demokrasiyê ya herî berfireh’ bang kir.
Li aliyê din jî, komeke parlamenterên parlemana Ewropayê nameyek ji rayedarên Yekîtiya Ewropayê re şand û fikarên xwe yên li ser rejîma Erdogan anî ziman.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê a Tirk, bi îdîaya “Di bin navê xebata qanûnî de, cihê xwe di xebata jinan a rêxistinê de girtin, hevdîtinên rêxistinî kirin, meş û civîn li darxistin” derbarê 33 jinan de biryara binçavkirinê da.

Li ser vê yekê duh polîsan bi ser Komeleya Jinan a Rosa ya li navçeya Peyasê ya Amedê û gelek deverên din de girtin.

Piştî lêgerînê 22 jin hatin binçav kirin.

Îro jî serê sibê polîsan, li 9 navçeyên Stenbolê bi awayekî hemwext bi ser malan de girtin û 8 kes binçav kirin.

Polîsên Tirk duh bi şev jî bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajarê Semsûrê de girtin û lêgerîn pêk anîn.

Sancar banga pêkanîna ‘bloka demokrasiyê ya herî berfireh’ kir

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di civîna koma xwe ya partiyê de îro axivî û zextên dewletê ya li ser partiyê şermezar kirin.

Sancar bal kişand ser forûma “Edalet ji bo îradeya gel” a ku Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya HDP’ê di 31’ê Adarê de li Mêrdînê li dar xist.

Sancar diyar kir ku faşîzma AKP-MHP’ê nikare bi wan û ji bo pêkanîna ‘bloka demokrasiyê ya herî berfireh’ bang li hemû aliyan kir.

Democratic Socialists of America (DSA) piştgiriya xwe ji bo HDP’ê anî ziman

Li aliyê din jî, Tevgera bi navê Sosyalkîstên Demokrat yên Amerîkayê (DSA) zext û êrîşên li dijî HDP’ê bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de doza girtina HDP’ê û betalkirina wekîltiya Omer Farûk Gergerlîoglû hatin bibîrxistin û hate gotin ku zextên tên kirin ne nû ne.

Sosyalîstên Demokrat yên Amerîkayê ragihand ku ew piştgiriyê didin hêzên demokratîk û sosyalîst ên li ber faşîzma AKP-MHP’ê radibin.

DSA’yê bang li zêdeyî 85 hezar endamên xwe kir ku bala wan li ser HDP’ê bin û di vî warî de bixebitin.

Parlamenterên parlemena Ewropayê fikarên xwe li ser rejîma Erdogan anîn ziman

Her wiha Komeke parlamenterên parlemena Ewropayê nameyek ji rayedarên Yekîtiya Ewropayê re şand û fikarên xwe yên li ser rejîma Erdogan vegotin.

Hate gotin Tirkiye her ku diçe dibe welatekî bi rêveberiya yek kesî, êrîşên komên çete yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê mînak nîşan dan.

Di nameyê de nerazîbûn derbarê doza girtina HDP’ê, wekîltiyê xistina Omer Faruk Gergerlîoglu û girtina 4 hezar HDP’yî hatin nîşandan.

Back to top button