Şandeyek ji Silêmaniyê ji bo piştgiriyê serdana Şengalê kir

Şandeyek ji rewşenbîr, nivîskar û parazvanên mafên mirovan ên bajarê Silêmaniyê ji bo piştgiriyê serdana Şengalê kirin.

Şandeya Nivîskar, rewşenbîr, hunermend, parasvanên mafên mirovan, parazvanên mafên jinan û rojnamevanên Başûrê Kurdistanê, vê sibehê ji bajarê Silêmaniyê derketin rê û saetên nîvor de gihiştin navendan Şengalê.

Şande li avahiya Desteya Rêveber a Şengalê ji aliyê rêveber û endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hate pêşwazîkirin.

Piştî pêşwazîkirinê, şande li gel Rêveberiya Xweser a Şengalê rûnişt û piştgiriya xwe ji bo Rêveberiya Xweser a Şengalê nîşan da.

Civaka Akademîsyenên Êzidî: Bila civaka navnetewî bi erkên xwe rabe

Civaka Akedemîsyenên Êzidî bi daxuyaniyekê fikarên xwe yên li ser bûyerên têkildarî Şengalê diqewimin parve kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev peymana li derveyî Êzidiyan hate amadekirin, têkbirina saziyên xwerêveberî û xweparastinê yên li Şengalê ferz dike, ku civaka Êzidî dixe nava fikaran.

Civaka Akedemîsyenên Êzidî xwest, dest ji hewldan û destwerdanên leşkerî yên li dijî Şengalê bê berdan û pêvajoya diyaloga siyasî bê dewamkirin.

Di vê mijarê de bi taybetî bang li PDK’ê hate kirin, ku bi roleke erênî tevbigere.

Di daxuyaniyê de hate xwestin ku xweseriya Şengalê bê naskirin û ev yek li destûra bingehîn a Iraqê bê danîn.

Bang li civaka navnetewî hat kirin jî ku ji bo parastina mafê Êzidiyan bi erk û berpirsyariya xwe rabe.

Back to top button