Ukrayna: Hebûna NATO li Donbasê tekane rêya çareseriyê ye

Bi zêdebûna tevgera leşkerî ya li rojhilatê Ukrayna re, di navbera Moskova û Kîevê de alozî gurtur bûye.
Serokê dewletê Ukrayna Zelenskiy diyar kir ku hebûna hêzên NATO li herêma Donbasê tekane rêya dawî anîna şere.
Moskova li dijî vê yekê bertek nîşan da û got:
Ev yek bi ti awayî nayê pejirandin.
Di nava peyamên gefxwarinê de careke din tevgera leşkerî zêde bûye.

Li rojhilatê Ukrayna tevgera leşkerî ya Moskova zêde bûye, tevî Ukrayna Ewropa hatiye pêşberî Rûsya.

Tevî leşkerî di qada dîplomasiyê de jî alî bi daxuyaniyên didin helwesta xwe diyar dikin.

Serok Dewletê Ukrayna Volodomir Zelenski li gel Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg peywendiyek telefonî pêk anî.

Volodomir Zelenski diyar kir ku welatî wî ber bi NATO yê ve diçe û got:

Tekane rêya dawîanîna şerê li herêmê beşdar bûna NATO ye. Li dijî Rûsya divê welatên endamên NATO hêzên xwe li Derya Reş zêde bikin.

Serok dewletê Ukrayna dazanîn ku ji bo endamtiya NATO wan planek amade kiriye û wê mesajeke tund bidin Rûsya.

Kremlîn: Hebûna hêzên NATO li sînor nayên pejirandin

Rûsya hefteya derbasbûyî li herêmên sînorê Ukrayna dest bi zêdekirina hêzê kiribû.

Piştî daxuyaniyên ji Ukrayna, Moskova jî helwesta xwe ya li ser van gotinan diyar kir.

Atmosfera li rojhilatê Ukrayna hîna bilinde. Di demek wisan de, dayîna van daxuyaniyan wê rewşa li herêmê hîn zehmetir bike. Bûyerek bivî awayî wê neyê pejirandin.

NATO li dijî Rûsya piştevaniya xwe ya ji bo Ukrayna ragihand

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg jî axaftina xwe ya li gel serok dewletê Ukrayna piştrast kir û ragihand ku wê piştevaniya yekparbûna xaka welat bikin.

Sererkanê Ukrayna Ruslan Homçak 30 Adarê di axaftina xwe ya li meclisê kirî de diyar kir ku Rûsya bi hinceta tetbîqatê leşkeran li sînorê welat zêde dike.

Li herêma Donbasê di çarçoveya dawîanîna şerê li herêmê de, 27’ê Tîrmeha 2020’an agirbestek giştî hatibû ragihandin.

Li herêma ku qaşo komên cihêkar ku alîgirên Rûsyane ji 2014’an ve şerê artêşa Ukrayna dikin.

Li gorî daneyên NY di encama şerê ji wê demê ve heta niha zêdeyî 13 hezar kes mirine.

Back to top button