Beriya civîna Viyana rêveberiya Biden peyamên erênî dan

Ji bo vegera li bernameya Peymana Nûkleerî ya Îranê li paytexta Awusturalya Viyanayê wê DYA û Îran li hev bicivin.
Beriya civînê, Waşîngtonê diyar kir ku ew amadene hevdîtina raste rast pêk bînin.
Hat gotin ku Helwesta Biden ya vegera li peymanê nehatiye guhertin.

Çavê Ewropa, Birîtanya û DYA li danustaninên li Viyanayê ne.

Beriya civîna navbera aliyan pêkwere, peyamên erênî ji herdu aliyan hate dayîn.

Hêviya vegera li peymanê bi hatina rêveberiya nû ya DYA re derketibû.

Beriya Serokê DYA Joe Biden rêveberiya welat bigre, anîbû ziman ku wê li bernameya Peymana Nûkleerî ya bi Îranê re vegere.

Lê ji bo vê yekê demek diyar nekiribû.

Hêviyên vegera li peymanê 2’ê Nîsanê careke din geşbûn.

Di çarçoveya Plana Çalakiyên Berfireh yên Navîn ya Komisyona Navîn bi egera wê DYA li peymanê vegere civînek konferansê roja înê pêk anîbû.

Di civînê de hatibû ragihandin ku aliyên peymanê ji bo rakirina cezayan û xebatên nûkleerî binirxînin wê 6’ê Nîsanê bicivin.

DYA: Em amade ne raste rast li gel Îranê bicivin

Li gorî lihevkirinên berê pêk hatî wê nûnerên welatan raste rast li gel hev necivin.

Waşîngtonê li ser mijarê gaveke din jî avêt û ragihand ku ew amadene raste rast li gel nûnerên Îranê bicivin.

Çavdêr jî dibînin ku her çiqasî pêşdîtinek ya derketina biryareke diyar di civînê de nebe jî lê nêzbûna aliyan a gel hev bi erênî dinirxînin.

Koşka Spî: Têkildarî Îranê helwesta me nehatiye guhertin

Civîn di rojeva rojnamevanên li Koşka Spî de bû.

Berdevka Koşka Spî Jen Psakî di daxuyaniya çapemeniya rojane de li ser pirsa “Gelo Biden di vegera li peymanê de direng ma” wiha got:

Di xebatên dîplomasiyê de wext pêwist dike. Helwesta Biden ya derbarê nêzbûn yan durbûna wî ya ji peymana nûkleerî ya bi Îranê re ti guhertin çênebûye. Di nava rojên pêş de, wê li gel Îranê gavên pêwist yên li gorî peymanê werin avêtin bêaxaftin. Em niha di despêka hevdîtinan de ne.

2015’an Îranê li gel, 5 welatên Konseya Ewlekariya NY yên dayîmî û Almanya peymanek îmza kirin.

Lê Serokê berê yê DYA Donald Trump bi awayekî yekalî ji peymanê vekişiya û dest bi ferzkirina cezayên li dijî Îranê kir.

Lê welatên din yên girêdayî peymanê, Îngilistan, Fransa, Çîn, Rûsya û Almanya ji gava Trump nerazî bûn.

Herî dawî Sibata 2020’an têkildarî heman mijarê aliyan bi awayekî rûbirû li Viyana civînek pêk anîbû.

Wezareta Karê Derve ya DYA, têkildarî hevdîtina xwe ya ku bi mijara “Vegera DYA ya li peymana nûkleerî” keyfxweşiya xwe ya ji bo nêzîkatiyên Îranê anîbû ziman.

Back to top button