Li Japonya gilyazan piştî 1200 salî ji dema xwe zutir gulên xwe vekir

Hêrsa dewlemendî û deshilatê çavê mirovan kor kiriye.
Êdî ji ber germahiya gerdunê werzên salê têne guhertin.
Li Japonya ev yek bi awayekî zelal diyar bûye.
Piştî 1200 salî gilyazan ji dema xwe zutir gulên xwe vekirin.
Zanyar ji ji bo vê yekê hişyariyê didin û rewşê bi guherîna avhewayê ve girê didin.

Şahiyên vebûna gulên gilyazan ku her sal li Japonya pêk dihatin îsal ji salên derbasbûyî zûtir pêk tê.

Lêkolînvan Yasuyuki Aono yê li Zanîngeha Osaka, xwe gihand daneyên li Kyoto yên PZ. 812 û agahî kom kir.

Piştî vê yekê diyar bû ku vebûna gulên gilyazan herî zêde beriya 1200 salî di 26’ê Adarê de pêk hatibû.

Her wiha li paytext Tokyo jî herî lez 22 Adarê hatiye tomarkirin.

Gulên gilyazan li hemberî rojê pir hesasin.

Piştî zivistanek zuha bihar bilez hat.

Germbûna gerduniya ku zu pêk tê, dibe sedema ku gul ji dema xwe zutir vebin.

Lêkolînerên Zanîngehên Hong Kongê jî vê rewşê weke “rûyê çiyayê qeşa ya xuya dike” pênase dikin.

Tê gotin, germahiya heyî şêwazê xwezayê jî xera dike.

Back to top button