Nîjerya..Di êrîşa li ser girtîgehekê de 1844 girtî reviyan

Li Nîjerya bûyerên kuştin û revandinê kêm nabin.
Di êrîşên komên çekdar yên li ser zindaneke başûrê Nîjerya yê de nêzî 2 hezar girtî reviyan.

Berdevkê Buroya Girtîgeha Nîjeryayê Francis Enobore ji rojnamevanan re ragihand ku komeke çekdarên nenas, li girtîgeha Oiri ya Eyaleta Îmo a Nîjeriya êrîşek bi çekên giran pêk anîn.

Francis Enobore da zanîn ku di êrîşê de 1844 girtî reviyan, ji wan 6 kes bi dilxwaziya xwe vegeriyan.

35 kes jî reva ji zindanê red kirin.

Enobore da xuyakirin ku di êrîşê de 50 wesayît hatine şewitandin..

Êrîşên bi vî rengî dem bi dem ji aliyê cihêxwazên xwecihî yên Bîafrayê (IPOB) ên li başûrê Nîjeryayê ve pêk tên.

Di operasyonên ku 29’ê Adarê li herêma başûr pêkhatin de, 16 endamên IPOB’ê bi çek û bombeyan hatin girtin.

1967’an gelê Bîafra ji bo daxwaza avakirina dewletek serbixwe serî hildan.

Ji wê demê ve şerê navxweyî didome û bi mîlyonan kes hatine kuştin.

Komara Bîafra di sala 1967 de li rojhilatê welat hat damezirandin.

Di dawiya şerê navxweyî de carek din ket bin kontrola dewleta Nîjeriya yê.

Dewleta Nîjerya, partiya IPOB ku daxwaza avakirina dewleteke serbixwe dike, weke rêxistineke teror îlan kiriye.

Back to top button