Qebîleya Fedan: Em ê li dijî êrîşan digel rêveberiya herêmê bisekinin

Şêx û rûspiyên qebîleta Fed’an bi amadebûna hin rayedarên Girê Spî der barê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê de, li Eyn Îsayê civiyan.

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a PYD’ê ya Girê Spî Mistefa Muslim di civînê de da xuyakirin ku destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hevgirtin û şopandina xeta neteweya demokratîk hatine bidestxistin.

Mistefa Muslim li dijî êrîşên Tirkiyê banga hevgirtin û yekîtiyê li gelên herêmê kir.

Berdevkê Fermî yê Meclisa Şêwirî ya Qebîleya Fed’an Teysîr El-Efat jî di vê derbarê de anî ziman, ew ê digel rêveberiya herêmê koordîneyê bikin.

Her wiha, Teysîr El-Efat êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê şermezar û red kir.

Ev civîn ji bo qebîle û herêmê û ji bo biratiya gelan e.

Em li vir in da ku bi rêveberiya heyî ya li herêmê re, hevahengiyê bikin.

Em ê li ser êrîşên li dijî herêmê nîqaş bikin, ji ber ku rewşa me hemûyan eleqedar dike.

Em êrîşên dewleta Tirk an çi dewleteke din li ser herêmên me red dikin.

Back to top button