Ji bo azadiya Rêber Apo li Swîsreyê Kurd û dostên xwe zêdeyî 10000 name ji NY re şandin

Ji bo azadiya fîzîka ya Rêber Apo, Kurd û dostên xwe li Swîsreyê, zêdeyî 10 hezar name ji Neteweyên Yekbûyî re şandin.

Ev yek di çarçoveya pêngava “Ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re na; Dem dema azadiyê ye” de, pêk tê.

Li Swîsreyê ev pêngav bi pêşengiya Meclisa Jinan a Rojbîn û Navenda Civaka Kurd a Aaraûyê tê meşandin.

Kurd û dostên xwe li ber postaxaneya navenda bajêr hatin gel hev û nameyên amadekirî ji Sekreteriya Giştî ya NY’ê re şandin.

Hevserokê CDK’ê Hasan Vûral têkildarî pêngavê diyar kir ku heta Rêber Apo azad nebe, ew ê pêngava nameyan ranewestînin.

Back to top button