Rêveberiya Xweser zêdekirina mûçeyan nîqaş kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, zêdekirina mûçeyan û mekanîzmeya rêgirtina li ber kesbaziya li bazaran, nîqaş kirin. 

Desteya Hevserokatiya Meclisa Rêveber û Sivîl, duh der barê zêdekirina mûçeyan, civînek li Reqayê li dar xist.

Mekanîzmeya peydekirina sotemenî û madeyên sereke ji şêniyan re, her wiha, rêgirtina li ber keysbaziya li bazaran li ser maseyê bûn.

Di civînê de; teqezî li ser çalakirina komîteya pêjiyanî û parastina mezextkaran, şopandina buhayan û li gorî derfetan yekkirina buhayên madeyan, hat kirin.

Mijara zêdekirina mûçeyên karmendên ên di saziyên Rêveberiya Xweser de jî li gorî derfetên heyî hat gutobêjkirin û pesendkirina budceya meha Nîsana îsal jî mijara nîqaşê bû.

Back to top button