BERXWEDANA YAGIZ DI ROJA 120’AN DE YE

Berxwedana Grevên birçîbûnê ya li dijî tecîrda li ser Rêber Ocalan li başûrê Kurdistanê û tevahî Kurdistanê bi biryardarî didome.
Çalakiya Nasir Yagiz di roja 120’an de ye.
Rewşa tenduristî ya Yagiz giran dibe.. Yagizî wiha got;
Sekna gel, Moral dide me.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Nasir Yagiz a li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan di roja 120’an de dewam dike.

Her wiha çalakiya hemwext ya Hewlêrê bi koma 60’an dewam dike.

Yagiz têkildarî rewşa xwe ya tenduristiyê axivî û diyar kir ku rewşa wî her roj girantir dibe.

Nasir Yagiz wiha got:

Pirsgirêkên mîna xewê, serêşî, mîde, êşa zik, dîsa ta û pirsgirêkên çav pir zorê li min dike.

Nava 24 saetan de tenê dikarim bi qasî 2-3 saetan dikarim rakevim.

Yagiz anî ziman ku tevî vê giraniya tenduristiyê jî moral û coşa wî kêm nabe û sekna gel biryardariya wî xurt dike.

Piştgiriya bi Yagiz re didome.

Şandeyek ji Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî serdana Yagiz kir.

ÇALAKIYA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 94’AN DE YE

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê jî di roja 94’an de ye.

Çalakî ji aliyê koma 32’emîn ve hat dewrgirtin.

BERXWEDANA FADÎLE TOK DI ROJA 59’AN DE YE

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fedîle Tok jî di roja 59’an de bi biryardarî dewam dike.

Greva birçîbûnê ya li Komeleya Karkerên Mezopotamya ya Silêmaniyê di roja 97’an de ji aliyê koma 49’emîn ve hate dewrgirtin.

Endama Meclîsa Herêma Germiyanê ya Tevgera Azadî Gulebax Celal di roja 3’an de ye.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Herêm Mehmud di roja 26’an de dewam dike.

Her wiha çalakiya Şeyma Ednan a ji bo mehekê dest bi grevê kiribû jî di roja 18’an de ye.

Endama Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Ronak Mecîd jî ji bo piştevaniya bi grevan re di 14’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê ya hefeteyekê kiribû.

Çalakiya Ronak Mecîd di roja 7’an de ye.

Ciwanê bi navê Teha Caf di 16’ê Adarê de li navçeya Derbendîxan a ser bi Silêmaniyê, dest bi greva birçîbûnê ya hefteyekê kiribû.

Leave a Reply

Back to top button