SOHR: Li herêmên dagirkeriya Tirkiyê hişbir pir tê çandin û belavkirin

Çavdêriya Sûrî ragihand ku madeyên hişbir bi awayekî berfireh li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de belav bûye û çeteyên wê taybet, herî zêde hişbirê bi kar tînin. Çavdêriyê her wiha da zanîn ku rojane zêdeyî 40 rewşên bengî tên tomarkirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku, bazirganên heyberên hişbir li herêmên dagirkirî pir bûne..

Jixwe heyberên hişbir bi awayekî berfireh li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiye de belav bûye..

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku, piraniya bikarhînerên madeyên hişbirê, çeteyên dewleta Tirk û ciwanên li herêmên dagirkirî ne.

Çavdêriyê teqez kir ku Navenda “Rizgarkirina Giyan” ya Dermankirina Bikarhînerên Hişbirê, li bajarê El-Dana yê Idlibê, her meh zêdeyî 40 rewşên bengî ango (idmanê) pêşwazî dike..

Li gorî heman çavkaniyê, heyberên hişbirê li gelek gundewarên Heleb û Idlibê bi serperştiya çeteyên dewleta Tirk hatine çandin.

Li gorî agahiyan, di demên dawî de ev çandin li bajarê Dekûş ê Idlibê bi pêş ketiye û li dermanfiroşên ne fermî hebên hişbirî tên firotin..

Çavdêriya Sûrî dibêje, ev hişbir ji herêmên hikûmeta Şamê derbasî herêmên dagikirî dibin, ji Tirkiyê jî derbasî herêmên Rêveberiya Xweser tên kirin.

Berî niha ev di mikurhatinên gelek endmên ku bi MÎT’a Tirk re li dijî herêmê dixebtîn, hatiye piştrastkirin; ku wan di nava ciwanan de, hebên hişbir belav dikirin.

Belavkirina van cureyan ji rêbazên herî kirêt e ku dewleta Tirk di şerê xwe yê taybet yê li dijî herêmê dimeşîne.

Bi armanca parçekirina civakê bi taybet çîna ciwanan, bi rêya bazirganan, van heyberan derbasî herêmê dike.

Ji bo bi dawîkirina vê diyardeyê, Hêzên Asayîşê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava tevgerê de ne.

Di 25’ê Îlona 2020’an de Asayîşê bi ser kesên ku hişbir difirotin de girt û 17 bazirgan girtin.

Ev têkoşîn li ser du qonaxan heta 22ê Sibata îsal dirêj kir.

Di encamê de, gelek heyber ketin destê Asayîşê û bazirgan û bikarhînerên hişbirê jî hatin girtin.

Back to top button