YE: Derketina Enqereyê ji Lîbyayê mercekî sereke yê vegerîna têkiliyan e

YE di serdana xwe bo Enqereyê de, banga derxistina çeteyên wê yên li Lîbyayê jî kir. 

Serokê Encumena Ewropî Charles Michel anî ziman “derketina leşker û çeteyên Tirkiyê ji Lîbyayê, kêmkirina tingijînan digel Qubris û Yûnanistanê, her wiha bidawîkirina destwerdana di Sûriye, Iraq û Qerebaxê de, mercekî sereke yê vegerandina têkiliyan e.”

Banga YE, hemwextî hevdîtina serokê hikûmeta Lîbî Ebdulhemîd El-Debîbe digel hempîşeyê wî yê Yûnanistanî bo xêzkirina sînorên deryayî, hat kirin.

Back to top button