8 çeteyên DAIŞ’ê welatiyên Tirkiyê ne

Têkilî û hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ’ê careke din eşkere bû.
Dewleta Tirk dest danî li ser mal û milkên 8 çeteyên DAIŞ’ê. Derket holê ev 8 çete jî welatiyên Tirkiyê ne. Vê yekê jî rê li ber nîqaşên, “ev 8 çete çawa bûne welatîyê Tirkiyê”vekir.

Têkilî û hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ’ê roj bi roj hê zêdetir eşkere dibe. Ji xwe ji aliyê hemû cîhanê ve jî tê zanîn ku Tirkiye navend û deriyê çeteyên DAIŞ’ê ji bo derbasbûna Sûriyê ye.

Ji xwe ji aliyê gelek derdoran de jî Erdogan weke destgirê DAIŞ’ê tê pênasekirin.

Ev yek careke din dîsa bi awayekî eşkere derket holê.

Ji aliyê Wezareta Karên Hindur û Wezareta Darayî a dewleta TIrk de mal û milkên 8 çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî hatin desteser kirin.

Li gorî nûçeya ku di rojnameya Ankara Gazetecisi de hatiye weşandin ev 8 çete bûne welatiyên Tirkiyê.

Vê yekê jî rê li ber nîqaş û pirsên ev çete çawa bûne welatiyên Tirkiyê vekir.

Li gorî rojnameyê navê 8 çeteyan wiha ne:

Ebû Bahaa bi nasnav Zîad Elzhorî, Hesen Krayem, Hesen Maher Abdullah Abdullah, Mihmed Qasim, Fayez Alflîtî yê ji Lubnanê, Saad Elî Saad Saad, Salîm Ehmed Bakir Ebboosh, Yusif El Elî El Hesen yê ji Sûriyê.

Li aliyê din duh jî Serdozgeriya Komarê a Dewleta Tirk cezayên ku ji bo kujerên komkujiya Enqerê a 10’ê Cotmeha 2015’an ku di encamê de zêdeyî 100 kes hatin kuştin, gelek dît û xwestibû yek ji wan çeteyan bê berdan.

Back to top button