JI BO AXAFTINÊN ERDOGAN NEW ZELENDA BERÊ XWE DIDE TIRKIYÊ

Dewleta Tirk demeke hewil dide êrîşên li New Zîlendayê bi kar bîne, nexasim hilbijartinên Tirkiyê li ber deriyan e.
Erdogan êrîşî hikumeta New Zîlendayê kir.. New Zîlendayê jî biryar da şandeyekê bişîne Tirkiyê.

Serokwezîra New Zîlendayê Jasinda Ardren îro ragihand ku wê wezîrê Karên Derve û cîgirê serokwezîrê New Zîlendayê biçin Tirkiyê..

Piştî êrîşa terorîst a ku li ser 2 mizgeftên New Zîlendayê pêk hatin, êrîşker hat girtin..

Erdogan dixwaze tiştê ku li New Zîlendayê qewimiye di propagandaya xwe ya hilbijartinan de bi kar bîne.

Serokê AKP’ê ragihand ku eger New Zîlenda tiştekî der heqê êrîşkar de neke, Tirkiye wê wî darizîne.

Axaftina çor a Erdogan, hikumeta New Zîlendayê bi hêrs kir..

Lewra serokwezîr Ardren xwest ev yek were zelalkirin.

Serokwezîrê Awstralî jî ji sefîrê Tirkiyê xwest ku axaftinên Erdogan ji navgînên ragihand inê yên fermî rake.

Her wiha welatiyên xwe hişyar kir û got:

Êdî bila ti kes neçe Tirkiyê.

Leave a Reply

Back to top button