Serokomarê Efxanistanê Ganî ji bo pêvajoya aştiyê pêşniyara hikumetekî demkî kir

Hikumeta Efxanistanê dixwaze demek berê peymana aştiyê ya di navbera wan û Talîbanê de bi encam bibe.
Serokomarê Efxansitanê Eşref Ganî pêşniyar kir ku ji bo pêvajoya heyî hikumeteke demkî were avakirin.

Li gorî çapemeniyên Tirkiye ku agahiyên xwe spartî çavkaniyên taybet diyar kir ku Eşref Ganî planeke ku ji 3 qonaxan pêktê amade kiriye.

Ganî “ji bo wekhevî, aştiya mayînde û heta heta ji şer durketin” plana xwe li ser vê armancê avakiriye.

Di qonaxa yekemîn de, lihevkirina siyasî û agirbest, destura bingehîn û di qonaxa sêyem de jî ji bo vegera kesên ji cihê xwe koçber bûne kar were kirin.

Tê payîn ku bernameya plana Ganî bi rêya televsiona dewletê ya Netewî ya Efxanistanê (RTA) were weşandin.

Çapemeniyên herêmî jî ragihandin ku naveroka planên Ganî ya aştiyê, ji mijara destura bingehîn, hikumeta demkî û hilbijartina serokomariyê pêktê.

Hêjayî bibîrxistinê ye 29’ê Sibata 2020’an DYA û Talîbanê li paytexta Qeter Dohayê peymana aştiyê îmze kirin.

Back to top button