Amerîka: Civîna Viyana bi awayekî erênî pêk hatiye

Ji bo vegera li bernameya Peymana Nûkleerî ya Îranê li Viyana civîn hatin lidarxistin.
DYA ragihand ku civîn bi awayekî erênî pêk hatiye.

Doh li paytexta Awusturalya Viyana cîvina yekemîn a danûstandinên bi armanca vegera DYA li Peymana Nûkleerî ya bi Îranê re pêk hat.

Di civînê de nûnerên Almaniya, Îngilistan, Fransa, Rûsiya û Çîn amade bûn.

Berdevkê Wezîrê Karên Derve ya DYA Ned Price di civîna çapemeniya rojane de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Li ser pirsên rojnamevanan yên derbarê civînên li Viyenayê de Ned Price ev agahî da.

Em destpêkirina danûstandinan gaveke erênî û avaker dibînin.

Di civînê de, me xwest bizanin ka Îran ji bo li peymana 2015’an vegere dikare gavekî çawa bi avêje.

Ned Price daxuyakirin ku wê tevlî danûstandinên li Viyana yê bibin.

Berî danûstandinan, Îran ji Serokê DYA Joe Biden daxwaza rakirina cezayên giştî yên li ser Tahranê kirbû.

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump 2018’an ji hevpeymanê bi awaykî yekalî vekişiyabû.

Back to top button