Artêşa Mozanbîkê çeteyên DAIŞ’ê ji Palma derxistin

Serokomarê Mozambîk Fîlîpe Nyûsî ragihand ku wan bajarê Palma ji destê çeteyên DAIŞ’ê derxistine.

Fîlîpe Nyûsî di axaftina xwe ya xîtaba netewî de got:

“Me terorîst ji Palma derxistin.”

Komên bi çek 24’ê Adarê êrîş berfireh biribû ser bajarê Palma ya xwedî 75 hezar niştecihên xwe heyî û bajar kontirol kiribû.

Di êrîşê de bi dehan sivîl jî di nav de polîs û leşker qetil kiribûn.

Ev êrîş çeteyên DAÎŞ’ê li xwe girtibû.

Li gorî Rêxistina Penaberan a Navneteweyî di dawiya meha Adarê de 11 hezar kes ji bajar reviyan e.

Hêzên hikûmeta Mozambîkê jî roja Yekşemê ragihandibû ku wan bajarê Palma bidest xistine.

Berdevkê artêşê Chongo Vîdîgel jî gotibû:

Me paqijiya bajar temam kir û niha bi temamî bi ewle ye.

Back to top button