Faris Herbo: Berxwedana xelkê Şengalê pîlanên li ser Şengalê sekinandin

Berpirsê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Faris Herbo destnîşan kir ku berxwedan û helwesta xelkê Şengalê rê li ber pîlanên li ser Şengalê girt û diyar kir ku rewşa Şengalê aram e û vegera xelkê Şengalê di dema dawî de zêde bûye.

Ji dema Lihevkirina 9’ê Cotmeha 2020’an ya di navbera Hikûmeta Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û vir ve Şengal di qonaxeke awarte de ye.

Ji wê demê vê zext li ser rêveveriya Şengalê tê kirin ku saziyên xwe yên xwerêveberî û xweparastinê tune bike û muhlet heta 1’ê nîsanê ve hatibû dayin ku saziyên xwe tasfiye bike û gefa destwerdana leşkerî lê hatibû xwarin.

Lê ev zêdeyî 6 meh in xelkê Şengalê li ser piyan e û nahêle tu lihevkirinên derveyî vîn û îradeya wan, bêne bicihanîn.

Der barê vê rewşê de, berpirsê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Faris Herbo ji Çira TV re axivî.

Faris Herbo daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê ya 25’ê Adarê bi bîr xist ku li gel hemû saziyên xwe yên parastin, rêveberî û xizmetguzariyê biryar li ser berxwedanê dabûn û got:

“Ev daxuyanî bû wesîle ku her kes bikeve nava hewldanan û li ber xwe bidin. Bêguman Êzidiyên li derveyî welat jî di vê mijarê de bi rol û erka xwe rabûn.”

Faris Herbo destnîşan kir ku Rêveberiya Iraqê diyar kiribû ku di 1’ê Nîsanê divê hêzên ku di tengaviyê de Êzidî parastin û xaka xwe rizgar kir,nemîne, lê di encama hin danûstinadinan û berxwedan û helwesta gelê Şengalê, ew rewş hate sekinandin.

Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Faris Herbo diyar kir ku êdî rewşa Şengalê baş e û êdî rojane mal vedigerine Şengalê û tekez kir rêveberiya şengalê ji bo her kesên bixwaze vegere dê li gorî derfetan xizmeta wan bike.

Back to top button