Ji bo xwedîderketina li girtiyên Behdînanê çalakiyek li Silêmaniyê hate lidarxistin

Ji bo xwedîderketina li girtiyên Behdînanê û zelalkirina çarenûsa wan, îro bi pêşengtiya komek parêzer li Silêmaniyê çalakiyek hate lidarxistin.

Li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê bi tevlîbûna gelek rojnameger, parêzer, çalakvanên rêxistinên civaka sivîl û welatî, çalakiyek ji bo azakirina girtiyên Behdînanê yên di zîndanên PDK’ê de hate kirin.

Di çalakiyê de, wêneyên kesên hatine girtin hatin bilind kirin.

Parêzer Osman Şêx Sedîq daxuyaniyek da û hate diyarkirin ku piştî birîna ceza li ser girtiyan, mayîna wan li girtîgehên Asayîşê di bin zextên fizîkî û derûnî de, dijî pîvanên mafên mirovan û qanûnên navnetewî ne.

Hate diyarkirin ku rewşa tendirustiya girtiyan xirabe û hat xwestin ku bi awayekî qanûnî danûstandin bi girtiyan re were kirin.

Back to top button