Li Iraqê…Waşington li ser vekişîna hêzên xwe yên mayî erê kir

Di gera sêyemîn a guftûgoya derketina hêzên Amerîkî ji Iraqê de, Amerîka kişandina hêzên xwe erê kir. Piştî civînê, Kazimî feramana avakirina komîteyekê, ji bo pêkanîna danûstandinên teknîkî yên vekişînê, bi aliyê Amerîkî re da.

Amerîka teqeziyê li ser rêzgirtina serweriya Iraqê dike û dema kişandina hêzên xwe lêkolîn dike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û hempîşeyê xwe yê Iraqî Fuad Hisên, bi civîneke Online, tura sêyemîn a guftûgoya derketina hêzên Amerîkî ji Iraqê li dar xist.

Di dawiya civînê de her du aliyan daxuyaniyeke hevbeş da, tê de Amerîka, kişandina hêzên xwe yên mayî ji Iraqê erê kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku karînên hêzên ewlekariya Iraqê bipêş ketine, lew re rola hêzên Amerîkî û yên Koalîsyona Navdewletî, wê tenê di çarçoveya rahênan û şêwermeniyê de bimîne.

Her du aliyan, li ser pêkanîna civînan ji bo destnîşankirina dema vekişînê, li hev kir û teqez kir ku hebûna hêzên Amerîkî li Iraqê li ser daxwaza hikumeta Iraqî, ji bo destekdayîna hêzên ewlekariya Iraqê di şerê li dijî DAIŞ’ê de.

Her du aliyan daxwaza xwe ya berdewamkirina danûstandinan, bi rêya komîteyeke leşkerî ya hevbeş, ji bo dewamkirina destekdayîna hêzên ewlekariya Iraqê û di nav de jî hêzên Pêşmerge, anî ziman.

Piştî civînê, serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, fermana avakirina komîteyekê, bi serokatiya serokerkanê Iraqê, ji bo pêkanîna danûstandinên teknîkî bi aliyê Amerîkî re da.

Di dema serokatiya Barak Obama de, Amerîka hemû hêzên xwe ji Iraqê vekişandin, lê piştî derketina DAIŞ’ê, Obama, careke din ev hêz vegerandin.

Back to top button