Li rêzçiyayên Hemrînê 60 DAIŞ’î hatin kuştin

Pergala asîmanî ya Iraqî, dewiya 60 çeteyên DAIŞ’ê, li rêzeçiyayên Hemrînê anî.

Artêşa Iraqî ragihand ku li rêzeçiyayên Hemrîn ên li bakurê welat, operasyoneke herî serkeftî kir.

Berdevkê Fermandariya Artêşa Iraqî Yehya Resûl derbarê operasyonê, de anî ziman ku ev operasyon berdewamiya operasyona bi navê “El-Sed El-Mit’ihib” e û piştî wê, DAIŞ’ê neçar ma ku xwe li çiyayan bigire.

Resûl got:

Hêzên me tevgera çeteyan şopand û li dijî nuqteyan wan yên li rêzeçiyayê Hemrînê ku xwe li girtibûn, êrîşên asîmanî pêk anîn.

Li gorî Resûl, di encama van êrîşan de, 60 DAIŞ’î hatin kuştin û ev operasyon, bi ya “herî serkeftî” ji çaxê ku DAIŞ’ê xwe ji nû ve zidî kiriye, pênase kir.

Back to top button