KNK: BILA NEWROZ BIBE BONEYA YEKÎTIYA GELÊ KURD

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê û Tevgera Jinên Azad (TJA) boneya Cejna Newrozê peyamên cuda weşand.
Di peyaman de wiha hat gotin:
Bila Newroza 2019’an bibe çepera yekitî, tifaqa navxweyî û serkeftinên mezintir.

KNK’ê di peyama xwe de wiha got:

Em newroza 2019’an li gelê kurd pîroz dikin.

Em îsal cejna Newrozê bi serkeftina şerê Baxozê û bi têkbirina hêza hov a DAIŞ’ê, pêşwazî dikin.

Newroz ji bo me li hember zalim û dagirkeran roja serkeftinê ye.

Em vê serkeftinê di serî de li YPG-YPJ-QSD’ê , gelê Kurdistanê û cîhanê pîroz dikin.

KNK’ê destnîşan kir ku bila Newroza 2019’an bibe çeperê yekitî, tifaqa navxweyî û serkeftinên mezintir.

TEVGERA JINÊN AZAD:
DI NEWROZÊ DE WÊ BERSIV JI FAŞÎZMÊ RE BÊ DAYÎN

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi heman Armancê jî peyamek belav kir:

TJA’ê di peyama xwe de diyar kir ku Newroza 2019’an bi rihê berxwedanê tê pîrozkirin.

Leave a Reply

Back to top button