Parlamenterê Iraqê Xalib Mihemed got ku serweriya PDK’ê lawaz bûye û ji tirsa têkçûnê, serî li girtina rojnamevan û azadîxwazan daye.
Dr. Xalib Mihemed anî ziman ku, PDK ji ber cemaweriya xwe winda kiriye, her wiha ji ber ku hew dikare herêmê kontrol bike, serî li girtin û binçavkirinan daye.
Xalib Mihemed da xuyakirin ku, parlamena herêmê tevî fişarên hundir û derve, heya niha ti gav bo çareserkirina doza girtiyên Behdînanê neavêtine.