Tevî nerazîbûnan, Erdogan dema destpêkirina projeyê destnîşan kir

Tevî rexne û nerazîbûnan, Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ragihand, ew ê dest bi projeya Kenala Stenbolê li tengava Posforê bikin.

Erdogan li Parlamenê li pêş endamên partiya xwe diyar kir ku di mehên Havînê de, ew ê bingehên vê projeyê deyînin.

Ev kenal wê bi dirjbûna 45 M be û li gorî Serokkomarê Tirkiyê pêwîstiya wê ya veguhestina deryayî û kêmkirina zextê ji ser tengava Stenbolê ye.

Zanyar dibêjin ev proje wê 30% ji ava vexwarinê kêm bike û gengaz e bibe sedema erdhejan li mezintirîn bajarên Tirkiyê.

Serokê şaredariya Stenbolê Ekrem Imam-Uglo beriya niha soz dabû, hemû rêyên qanûnî ji bo rawestandina vê projeyê bi kar bîne û ew bi bobelateke xwezayî bi nav kiribû.

Back to top button