Şêniyên Zirganê hawar xwe bi QSD’ê ve tînin

Ne erka ku ji wan tê xwestin pêk tînin û ne jî parastinê dikin.. Berovajî wê, ew jî hatine diziyê.. Şeniyên gundên Zirganê yên li ser xetên temasê, dibêjin: “Bi ser ku hêzên rejîmê parastina me nakin, bi darê zorê jî me ji malên me derxistine û mal û milkên me jî talan kirin”. Şêniyan hawara xwe bi QSD’ê ve anî û banga vegera wan kir..

Şêniyên gundên Zirganê yên li ser xeta sînor, banga vegera şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk kir..

Piştî Artêşa Tirk a dagirker, êrîşên dagirkeriyê anîn ser Girê Spî û Serê Kaniyê, QSD bi Rûsyayê re li hev kir ku hêzên hikûmeta Şamê di navbera herêmên dagirkirî û yên Rêveberiya Xweser de bi cih bibin.

Li ser vê jî, leşker û çekdarên bi ser Şamê ve, li xeta Zirganê ku bi dehan gund lê hene, belav bûn..

Ev hêza ku qaşo wê parastina şêniyan bike, şêniyan bi darê zorê ji malên wan derdixin û mal û milkên wan talan dikin.

Şênî “Sebîha Nasir” ya ji gundê Ereb Xan ê Zirganê behsa kirin û talana hêzên hikumeta Şamê dike.

Ez heta deqeya dawî di gund de bûm, heta dema hêzên rejîmê hatin jî ez şahida topbaranê bûm.

Em bi darê zorê derxistin, piştî 2-3 rojan ez vegeriyam û hemû tişt talan kiribûn. Ne pêjgeh, ne betanî..tiştekî me nehiştin..

Sebîha dema beriya êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê jî bi bîr xist û got:

Tenê şervanên QSD’ê parastina me dikir..

QSD’ê ne weke wan, ji me re gotin ji gundên xwe dernekevin.

Em ê we biparêzin, tiştek nîne.

Pir cudahî di navbera QSD û hêzên rejîmê de heye.

Dema hêzên rêjîmê hatin, em talan kirin û tiştek nehiştin.

Şêniyên bi navê Ridwan Elî Mihemed û Salih Ebdullah jî heman tişt piştras kir û got, malên wan jî hatine talankirin.

Berê dema QSD’ê li vir bû, em bi ewle dijyan, lê dema rêjîm hat, mal û milkên me talan kirin…

Back to top button