Artêşa Tirk berî çend kêliyan dîsa gundên Şêrewa topbaran kirin

Berî çend kêliyan gundê Bênê û derdora gundê Aqîbê yên navçeya Şêrawa hatin armanckirin..
Li derdora Eyn Îsayê jî xendeq tên kolandin û dagirker hewl didin hêza li wir xurtir bikin.

Ji duh ve hovên dewleta Tirk êrîşên xwe li ser herêmê deqeyekê jî ranewestandine..

Berî çend kêliyan dîsa Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Bênê û derdora gundê Aqîbê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kirin.

Dewleta Tirk li derdora Eyn Îsayê xendeqan dikole

Ajansa ANHA’yê ragihand ku dagirkeriya Tirk baregehên xwe yên li herêmê bi hev ve gire dide û hêza xwe li bakurê rêya M4 xurt dike.

Bi rêya kolandina xendekan û danîna bendên axê yên bilind, hewl dide bakurê rêya M4 ji başûrê wê qut bike.

Hêzên Rûsî û yên Hikûmeta Şamê li herdu deverên navborî ne û weke garnator baregehên xwe ava kirine, lê ne êrîş radiwestin û ne jî peymanên îmzekirî pêk tên.

Back to top button