HRE: Di çarçoveya çalakiyên bersivdayînê de 9 leşkerên artêşa Tirk û 5 çete hatine kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê bîlançoya çalakiyên xwe yên di nav 20 rojên dawîn de yên dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêkanîne, eşkere kir.
HRE’yê ragihand ku di encama çalakiyên wan de 9 leşkerên artêşa Tirk û 5 çete hatine kuştin, her wiha 10 leşkerên Tirk yên dagirker jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efîrnê Îro derbarê çalakiyên ku ji 19’ê Adarê heya 7’ê Nîsanê li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk anîne, daxuyaniyeke niviskî da.

Hêzên Rizgariya Efîrnê di daxuyaniya xwe de got:

“Artêşa Tirk a dagirker di pêvajoya Newrozê de, di serî de herêma Şera û Şerawa, gelek herêman bi dijwarî topbaran kir.
Hêzên me li hember vê di çarçoveya bersivdayînê de gelek çalakî li dar xistin.

Hêzên Rizgariya Efîrnê derbarê çalakiyên dijî dagirkeriyê ev agahî parve kirin:

“19’ê Adarê, li taxa Zeîdiyê ya bajarê Efrînê, di encama çalakiyek sabotajê de, 2 çete hatin kuştin, çeteyek brîndar bû.

20’ê Adarê, li bajarê Efrînê erebeyek çeteyan hat rûxandin.

24’ê Adarê, li gundê Kizilbaş ê girêdayî Bilbilê, di encama çalakiyekê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek birîndar bû û erebeyek hat rûxandin.

28’ê Adarê, li bajaroka Marê li hember baregehek artêşa Tirk a dagirker çalakiyek taybet hat lidarxistin.

Di encama vê çalakiyê de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin, 2 leşker jî brîndar bûn her wiha 2 nuqteyên leşkeran hatin rûxandin.

Li heman rojê, li gundê Celemê yê Cindiresê, di encama çalakiyekê de çeteyek hat kuştin.

7ê Nîsanê, li Marê Di encama çalakiyek li hember baregehek din ya artêşa Tirk a dagirker de leşkerekî tirk hat kuştin, 3 leşker jî brîndar bûn û erebeyek hat rûxandin.

7’ê Nîsanê, artêşa dagirker bi dijwarî herêma Şehba û Şêrewa topbaran kir di enacamê de di nav de zarokek gelek sivîl birîndar bûn.”

HRE diyar kir ku li hember vê topbaranê, hêzên wan çalakiyek taybet ya bersivdayinê li derdora gundê Gobelê yê Efrînê li hember yekîneyeke kemînê ya artêşa Tirk li dar xistin.

Di encama vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.

Back to top button