Greva birçîbûnê li girtîgehên Tirkiyê ket roja 133’yan

Ji bo azadiya Rêber Apo, çalakiyên greva birçîbûnê li zîndanên dewleta Tirk 4 meh û nîv e dewam dike, çalakiyên li Mexmûrê û Lavrîo ya Yewnanistanê jî di meha sêyemîn de ne.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û parêzeran nerazîbûn nîşanî polîtîka tecrîdê a desthilata AKP’ê dan û diyar kirin kilîta çareseriya pirsgirêka Kurd li Îmraliyê ye û gotin, ji bo aştiya civakî divê Ocalan azad bibe.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê a ji bo azadiya Rêber Apo li girtîgehên Tirkiyê dewam dike.

Çalakiya girtiyan bi dewrgirtina koma 27’emîn di roja 133’yan de dewam dike.

Girtiyên di giravê de ne didin zanîn ku divê daxwazên wan pêk werin û diyar dikin ku ew bi biryardariyeke mezin çalakiya xwe didomînin.

Bi heman armancê çalakiya li kampa penaberan a Mexmûrê di roja 112’an de didome.

Çalakiya penaperên Kurd ên li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî di roja 95’an de ye.

OHD: Daxwazên girtiyan ji bo aştiya civakî girîng e

Parêzer û Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Stenbolê ya OHD’ê Destîna Yildiz jî da xuyakirin ku daxwazên sereke ya girtiyan bidawîkirina tecrîdê ye û got:

“Daxwazên girtiyan nuqteya herî girîng a avakirina aştiya civakî ye.”

Hevserokê giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir: Kilîta çareseriyê Îmraliyê ye

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir jî civînên xwe bi gel re li Mersînê didomînin.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Ocalan û anî ziman ku bi milyonan kesî li pîrozbahiyên Newrozê gotin ‘Ocalan îradeya me ye’.

Keskîn Bayindir diyar kir ku gelê Kurd dixwaze bi têkoşînê pirsgirêka Kurd çareser bike û kilîta çareseriyê Îmraliyê ye.

Bayindir bang kir ku li dijî faşîzm û tekperestiyê divê em rêxistiniya xwe mezin bikin.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Ji dêla hûn HDP’ê bigirin, Îmraliyê bigirin

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk bal kişand ser tecrîdê û got:

“Tişta ku HDP’ê li ser pêyan dihêle îradeya gel e. Ji dêvila ku hûn ê HDP’ê bigirin, Îmraliyê bigirin.”

Back to top button