LEYLA GUVEN 133 ROJ IN LI BER XWE DIDE

 

Berxwedana li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan ku bi pêşengiya Leyla Guven destpêkirî, her ku diçe xurtir dibe.
Berxwedan Leyla Guven îro dikeve roja xwe ya 133’yan .
Guven ji bo cejna Newrozê peyam da û got:
Navê Newroza îsal Zulkuf Gezen e:
Em li qada Newrozê heval Zulkuf ê 12 sal şûn ve vegeriya axa xwe silav bikin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, ji bo tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe, 133 rojin ketiye greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger.

LEYLA GUVEN: NAVÊ NEWROZA ÎSAL ZULKUF GEZEN E

Leyla Guven li ser hesabê xwe yê twiiterê bi boneya Cejna Newrozê peyamek weşand.

Di peyamê de wiha tê gotin;

“Gelê hêja yê Amedê; dîrokê Newrozên we yên destan nivîsandine ji bîr nekiriye.

Navê Newroza îsal Zulkuf Gezen e.

Em li qada Newrozê heval Zulkuf ê 12 sal şûn ve vegeriya axa xwe silav bikin.

Gelên me yên hêja ku li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn ji bo em dengê aştiyê, jiyana hevpar, demokrasî, wekhevî û xwişk û biratiyê bilind qîr bikin divê em biherikin Newrozê.

Divê her yek ji me em li qadê bibin dengê hevalên girtî.”

Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de jî bi biryardarî dewam dike.

Çalakiya koma despêkê ya girtiyan ku 16’ê Kanûnê li girtîgehan dest pê kir 95 roj in didome.

1’ê Adarê jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine di roja 20’emîn de ye.

RIDVAN Ê DI GREVÊ DE: ARMANCA ME ŞIKANDINA TECRÎDKIRINA OCALAN E

Ridvan Kiliç ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafraya Samsûnê ji 7’ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye got:

Armanca me bi bilindakirina ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê, têkşikandina tecrîda li ser Ocalan e.

20 salan em bêdeng man, lê êdî em ê bêdeng nemînin.”

ROJNAMEVAN MEHMET GULEŞ JÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE

Rojnamevan Mehmet Guleş jî li Girtîgeha Xarpêtê ji 5’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.

Guleş, diyar kir ku li girtîgehê binpêkirinên mafan didomin, lê belê dîsa jî moralê wan baş e.

GIRTIYAN NAMEYEK JI LEYLA GUVEN RE ŞAND

Girtiyên li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Bandirmayê di greva birçîbûnê de ne nameyek ji Leyla Guven re şandin .

Girtiyan di nameya xwe de gotin:

Hin kêliyên azadiyê hene. Ew kêlî, kêliyên biryargirtineke mezin in.

Roja tecrîd bê şikandin û tav dilê me germ û ronî bike, tu yê sergovenda me ya azadiyê bî.

Û em ê jî bi fîgurên xwe yên berxwedana tevli te bibin.

Cihgirtina di vê govendê de ji bo me hesta herî xweşik a cîhanê ye. ”

POLÎSAN LI AMEDÊ ÊRÎŞÎ JINAN KIR Û 13 JIN BINÇAV KIRIN

Li Amedê 13 jinên ku dixwestin bi ‘çalakiya rawestandinê’ piştgiriyê bidin Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatin binçavkirin.

Leave a Reply

Back to top button