Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 kes bi Coronayê mirin û 200 kes jî pêketin.
Desteya Tendirustiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 5 kesên ku bi Coronayê mirine 2 jin û 3 mêrin..
Desteya Tendirustiyê destnîşan kir ku 200 kesên bi Coronyê ketine 121 mêrin û 79 jinin..
Desteya tendirustiyê diyar kir ku 9 kes ji Coronyê baş bûne..
Heta niha li herêmê 11 hezar û 533 kes bi Coronayê ketine, ji wan 410 kes mirine û hezar û 351 baş bûne..
Qedexya giştî û ya beşî jî ku ji 6’ê Nîsanê ve hatine destpêkirin, di roja xwe ya sêyemîn de dewam dike..
Li gundê Dêrûna Axê jî qedexeya giştî di roja xwe ya 3 de dewam dike
Di roja sêyemîn a qedexeya giştî a coronayê, li gundê Dêrûna Axê ya navçeya Çilaxa bi rêjeya 70% li gorî biryarên Rêveberiya Xweser tevdigerin..
Endamên Heyva Sor ji bo rewşên lezgîn herdem amade ne.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî li ser bendê xwe yê kontrolê ne û erkê xwe dikin..