Kremlîn: Rûsya ji senaryoya herî xerab ya bi Waşîngtonê re amade ye

Bi zêdebûna aloziya li Ukrayna re, careke din DYA û Rûsya xwe li hev sor dikin. Amerîka li dijî kiryarên Moskova ketiye nava hewildanên pêkanîna ceza û gefxwarinan.

Ji Kremlîna Rûsya û Wezareta Karê Derve ya welat daxuyanî pey daxuyaniyê hatin dayîn. Moskova ragihand ku ew ji senaryoya herî xerab ya bi Waşîngtonê re amadeye û got: Li dijî her êrîşeke Amerîka wê bersiva pêwist were dayîn.

Gefxwarin û li sorbûna di navbera Waşîngton û Moskovayê de bi daxuyaniyên ji aliyê rêveberên welat ve têne dayîn xuya dike.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, li paytext Moskova bersiva pirsên rojnamevanan da.

Dmitriy Peskov îdia kir ku Rûsya ji bo ti aliyekê negefe û wiha got:

Gefên li dijî me nayên pejirandin. Em ne bi fikrê Waşîngtonê re ne ku danustandinan ji zinarekê bi avêjin. DYA jî di nav de kes nikare gef li me bixwe. Em ê rênedin ku kes ziyanê bigihîne berjewendiya welatê me.

Peskov jî piştevaniya xwe ya bi gotina “bêaqil” ya ku wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ji bo DYA bikaraniyê nîşan da û got,

Lavrov di gotina xwe de mafdare.

Berdevkê Kremlînê têkildarî îdiayên DYA ji bo astengirina projeya Akima Bakur 2 ku Waşîngtonê nûnerê Taybet ji bo wê diyar kiriye jî ev tişt anî ziman:

Ev yek mînakek herî şîmbere ku Amerîka çawa li parzemîn û devereke cuda ye û destwerdanê li welatekî din dike.

Projeya navborî, bi bihayê 10 milyar euro wê gaza xwazayî ji Rûsya derbasî Almanya bike.

Lavrov: Li dijî her êrîşeke dijminane ya DYA wê bersiv were dayîn

Her wiha Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov jî di serdana xwe ya li paytexta Kazekîstan Nur Sultan de têkildarî mijarê axivî.

Lavrov got li dijî her gaveke dijminane ya DYA wê bersiva pêwist were dayîn.

Back to top button