Şervana YPJ’ê Rojînda Dilêr: Nûçeyên dewleta Tirk ên derbarê şehadeta min de derewin

Şervana YPJ’ê Rojînda Dilêr nûçeyên qenalên dewleta Tirk ku derbarê şehadeta wê de ragihandin, derewand.

Qenalên dewleta Tirk idîa kiribûn ku şervana YPJ’ê Rojînda Dilêr di êrîşekê balafirên bê mirov ên dewleta Tirk de şehîd bûye..

Şervana YPJ’ê Rojînda Dilêr derbarê mijarê de ji ANF’ê re axivî û ev idîa derewand û got,

Dewleta Tirk bi rêya şerê psîkolojîk dixwaze xwe serkeftî nîşan bide û ji bo wê jî nûçeyên derewîn pêşkeşî civakê dike.

Rojînda Dilêr anî ziman ku pêwîste gel ji van nûçeyên derew bawer nekin.

Şervana YPJ’ê Rojînda Dilêr di dawiyê de teqez kir ku wê bi ruhê berxwedanê, faşîzm têk biçe.

Back to top button