Jinên Kesk’î: Armanca binçavkirina jinan, astengkirina têkoşîna wan e

Meclisa Jinan a Platforma Şaxan a Stenbolê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê KESK’î, Nûnerên partiyên siyasî ên jin, Koalîsyona di Rojnamegeriyê de Jin û Navenda Metro bi daxuyaniyê cuda banga berdana 22 jin di nav de jî nûçegihan Jinnews’ê yên di bin çavan de kirin. 

Roja Dûşema ango 5’ê Nîsana 2021’an Polîsên Tirk 22 jin di nav de jî nûçegihana Jinnews’ê li Amedê binçavkirin.

Tevî 4 roj derbas bûn, hîna ev jin li mûdîriyeta Emniyetê têne ragirtin.

Li dijî vê bertekên jinan didomin.

Di vê çarçoveyê de, Meclisa Jinan a Platforma Şaxan a Stenbolê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê KESK’ê binçavkirina 22 jinan şermezar kir.

Meclîsê diyar kir ku armanca binçavkirina wan astengkirina têkoşîna jinan e.

Nûnerên partiyên siyasî yên jin: Em dev ji têkoşînê bernadin

Nûnerên partiyên siyasî ên jin jî bertek nîşanî binçavkirinan dan.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan Îdîl Ugurlu anî ziman ku desthilatdarî bi êrîşên sîstematîk hewl dide jinan bê hêz bike. Lê ev wê pêk neyê.

Hevseroka Giştî ya Partiya Rizgariya Ji nû ve Sosyalîst Canan Yuce jî anî ziman ku ev demek dirêje desthilatdarî hewl dide jinan biçewisîne, bitirsîne.

Endama meclisa HDP’ê Kadriye Ozguç jî diyar kir ku jin dest ji destkeftiyên xwe yên bi bedelên giran bidestxistine bernadin û gav şûnde navêjin.

CFWIJ: Bila Bêrîtan Canozer demildest bê berdan, rojnamegerî ne sûc e

Koalîsyona di Rojnamegeriyê de Jin, têkildarî gef û danûstandinên nebaş a li hemberî nûçegîhana Jinnews’ê Bêrîtan Cano-zer a di bin çavan de daxuyaniyek da.

Koalîsyonê ev yek şermezar kir, bang li polîsan kir ku bila Bêrîtan demildest bê berdan. Rojnamegerî ne sûc e.

Hevalên Bêrîtanê yên rojnamevan banga berdana wê kir

Li gel vê jî hempîşeyên Berîtanê yê rojnamevan xwestin Berîtan demildest bê berdan.

Navenda Metro: Em li dijî zextên li ser JinNews’ê bêdeng nabin

Her wiha Navenda Metro ya ji bo Parastina Mafê Rojnamegeran, biryara qedexekirina Ajansa JinNews li nava Tirkiyê, rexne kir.

Navendê got: “Li her cihek binpêkirinek hebe, bi taybetî jî ger binpêkirin dijî jinan be, em bêdeng namînin.”

Têkildarî vê jî Endama Encûmena Navenda Metro Robar Xalid û Editora Govara Jin Avan Caf ji Rojnews’ê re axivîn.

Robar Xalid anî ziman ku ew ê li ser rojnamegerên ku hatine girtin, beyanameyek taybet bidin û zextan li ser Tirkiyê çêkin.

Avan Caf jî got:

Emê pêngavekê bi rêya medya û ajansa Jin News’ê bidin destpêkirin û nerazîbûnek mezin li dijî zextan derxin.

Back to top button