Dagirkeran li navenda Efrînê du sivîl revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe li Efrîna dagirkirî sûc û hovîtiyên xwe bênavber didomînin.
Dagirkeran li Efrînê du sivîlên revandin.
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî eşkere kir ku çeteyên bi navê “artêşa Niştîmanî ya Sûrî ” yê girêdêyî dewleta Tirk li Efrînê sûcên dermirovî li dijî sivîlan pêk tînin.

Sûc û hovîtiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe li Efrîna dagirkirî roj bi roj zêde dibin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûrî ragihand ku 5’ê Nîsanê, çeteyan ciwanê bi navê Emîr Mistefa Cencî yê ji gundê Maratê yê Efrînê revand.

Çeteyan ciwanê 27 salî li ser bendeke kontirolê yê li gundê Tirindê yê Efrînê revand.

4’ê Nîsanê,li Bajarê Efrînê çeteyan şêniyê bi navê Mihemed Misto yê ji navçeya Bilbilê revand.

Li gorî rêxisitinê, bi armanca standina pereyan çeteyan her du sivîl revandin. heya niha jî çarenûsa wan ne diyar in.

Rêxisitina Efûyê ya navnetewî sûcên çeteyên dewleta Tirk eşkere kir

Di vê çarçoveyê de Rêxisitina Efûyê ya navnetewî di raporeke xwe de sûcên çeteyên bi navê “artêşa Niştîmanî ya Sûrî ” yê girîdayî dagirkeriya Trik li Efrînê eşker kir.

Di rapora ku 7’ê Nîsanê de ragihandiye, Rêxistinê diyar kir ku artêşa Niştîmanî ya Sûrî mafê mirovan li Efrînê binpê dike û sûcên revandin, êşkencekirin, talankirin û destserkirina malên Efrîniyan pêk tîne.

Rêxsitinê eşker kir ku çeteyan malên şêniyên Efrînê yên Koçberbûne talan û desetser kirin.

Her weha ji bo malên şêniyên mane destser bikin, zext li şêniyan dikin da ku ji malên xwe kocber bibin.

Rêxsitinê destnîşan kir ku sivîlan bi darê zorê tên revandin û êşkence kirin û ji bo berdana wan sivîlan mecbur dikin ku pereyan bidin.

Rêxistina Efû ya navnetewî di rapora xwe de eşkere kir ku artêşa Niştîmanî ya Sûrî ya girêdayê Tirkiyê jinan direvînin û destdirêjiyê li wan dikin.

Back to top button