Serokê Ukrayna Zelanskiy li gel sererkanê NATO Peach civiya

Di navbera Rûsya û Ukraynayê de alozî kur bûye. Alî hêzên xwe yên li xetên sînor zêde dikin.

NATO jî ketiye alarmê û rewşê ji nêz ve dişopîne. Serokê Dewleta Ukrayna Vladimir Zelenskiy, bi Sererkanê artêşa NATO Stuart Peach re civiya.

Civîna aliyan li paytext Kievê pêk hat.

Têkildarî civînê serokatiya Ukrayna daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku Zelenskiy ji ber piştevaniya NATO li dijî êrîşkariya Moskova, spasiya wê kir.

Zelenskiy bibîrxist ku ji Kanûna 2020’an ve li herêma Donbasê zêdeyî 20 leşkerên wan hatine kuştin û got:

Em ji 27’ê Tîrmeha 2020’an ve her banga pêkanîna agirbestê dikin.

NATO jî li ser mijarê daxuyaniyek weşand û ragihand ku Peach biryardariya xwe ya di çarçoveya aştiyane de careke din bibîrxistiye

Peach bang li Rûsyayê kir ku hêzên xwe yên li Donbas û piştevaniya ji bo komên cudaxwaz paşde vekişîne û wiha bi dawî kir:

Ukrayna, hevkarek herî nêz û girîng yê ji bo NATO ye.

Back to top button