Serokwezîrê Lîbya Debîba li gel mirê Îmarat El Nehyan civiya

Serokwezîrê Hikumeta Yekîtiya Netewî ya Lîbya Ebdulhemîd El Debîba bi Mîrê Îmaratê Mihemed bîn Zayîd El Nehyan re têkliyên navbera aliyan gotûbêjkirin.

Serokwezîrê Lîbya Ebdulhemîd El Debîba di geşta xwe ya li Kendavê dayî despêkirin de serdana Kuwêtê kir.

Piştî Kuwêtê berê xwe da Îmarat û li paytext Ebû Debî civînek pêk anî.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îmaratê WAM, Debîba tevî şandeya pêre li gel Mîr El Nehyan li Koşka Hosn hevîdtinek pêk anî.

Di civînê de nîqaş li ser geşkirina têkliyên navbera herdû welatan de hate kirin.

Mîr El Nehyan keyfxweşiya xwe ya li ser hevîdtina bi Debîba re aniye ziman û diyar kir ku ew dikarin dawî li aloziya heyî bênin û got:

Di vê dema zehmet de ewê li gel xelkê Lîbya rawestin û di xebatên nexşerêya nû de jî hêviya xweşiyê kir.

Debîba jî anî ziman ku ew dixwazin welatê xwe di aliyê , ewlekarî, bînasazî û aboriyê de baş bikin û hevkaran ji xwere çêbikin.

Back to top button