Yewnanîstan: Em peymana rayeya deryayî ya Lîbya-Tikiyê nas nakin

Serokwezîrê Yewnanîstanê Kiryakos Mîçotakis, diyar kir ku wa peyamana 2019’an a navbera Tirkiye û hikumeta Wîfaq ya Lîbya de hatî îmzekirin nas nakin.

Kiryakos Mîçotakis piştî serdana xwe ya 6’ê Nîsanê li Lîbyayê têkildarî hevdîtinan ji televsiona Star Tv ya li welat weşanê dike re axivî.

Mîçotakis diyar kir ku peymana ku qala wê tê kirin ji aliyê Yewnanîstanê ve ti bingehê xwe nîne û nayê pejirandin.

Serokwezîrê Yewnanîstanê anî ziman ku Komisyona Ewropa di vê çarçoveyê de bi nêrîna Atîna re ye û got:

Ya cîranê Lîbya ne Tirkiye lê Yewnanîstane.

Mîçotakis hevdîtina xwe ya li gel Serokê Meclisa Seroketiya Lîbya Mihemed El-Menfî bi erênî binav kir û dazanîn ku ji bo avakirina komîteyeke şopandinê jî lihev kirine.

Piştî 10 salan yekem care hevdîtinek ji Atîna bo Lîbya pêk tê.

27’ê Mijdara 2019’an dewleta Tirk bi hikumeta Wîfaq ya Ixwana Mislimîn re peymanek ya rayeya deryayî îmze kiribû.

Yewnanîstan yekser li dijî vê yekê bertek nîşandabû û ragihandibû ku ew vê peymanê nas nakin.

Ji ber vê yekê Atîna piştevaniya Fermandarê Artêşa Nîştîmanî Xelîfe Hefter kiribû û sefîrê Lîbya ji welat derxistibû.

Back to top button