ŞOYGU LI ŞAMÊ BI ESED RE HEVDÎTINÊ DIKE

Wezîrên Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu serdana Şamê kir û bi serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed re hevdîtin pêk anî.

Têkildarî serdana Sergey Şoygu û hevdîtina bi Esed re, wezareta parastinê ya Rûsyayê daxuyanî da.

Di daxuyaniya Wezaretê de wiha tê gotin:

Şoygu 19’ê Adarê serdana Şamê kir û bi Esed re hevdîtin kir û “Nameya Putîn” gihand wî.

Li gorî Wezaretê di hevîdtina Şoygu bi Esed re, gelek mijarên weke mijara penaberan û ewlekariya li Rojhilata Navîn nîqaş kiriye.

Wezîrê Rûsî dewletên Rojavayî bi astengkirina çareseriyê tewanbar kir.

Di civînê de Wezîrê Parastinê yê rejîma Sûrî Elî Abdullah Eyûb, Serokê nîvîsgeha ewlekariya Netewî Elî Memlûk, Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê rejîma Sûrî Eymen Sûsan û Cigîrê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Virsh-nîn û Sefîrê Rûsya li Şamê Alxender Îvî-mov hazir bûn.

Leave a Reply

Back to top button