Polîsên dewleta Tirk hevserokê navçeya Pertegê ya HDP’ê ya Dersimê binçav kir

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê êrîşên li ser HDP’ê bê navber dewam dikin.
Di çarçoveya êrîşên qirkirina siyasî de polîsên dewleta Tirk Hevserokê Navçeya Perteg a Dêrsimê ya HDP’ê ya Dersimê binçav kir.
Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan jî di civîna hevserokên bajaran ên partiya xwe de nerazîbûn nîşanî êrîşan da û got, “Dem dema HDP’ê ye. HDP li hemberî faşîzmê serkeftina demokrasiyê û dengê aştiyê ye.”

Desthilata faşîsta a Dewleta Tirk zext û êrîşên li dijî HDP’ê didomîne.

Polîsên Tirk vê sibehê bi ser Rêxistina Navçeya Dersimê ya Pertegê ya HDP’ê de girtin û Hevserok Aydin Kose binçav kir.

Duh jî li dijî 10 wekîlên HDP’î 13 fezleke ji bo rakirina mafê dest-nedana parlamenteriyê ji Meclisê re hatin şandin.

Her wiha fezlekeya 14’an jî li dijî Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz hate amadekirin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan: Dem dema HDP’ê ye

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bi hevserokên bajaran ên partiya xwe re civiya û derbarê domandina zextên li dijî partiyê bertek nîşan da.

Pervîn Bûldan diyar kir ku HDP ji bo demokrasiyeke xurt, edaleteke rastîn û aştiyeke adilane, hêza avaker a jiyana azad e.

Bûldan anî zman ku fikra HDP’ê li ser vê axê bi awayekî mezin kok vedaye ku her der dibin şahidên vî tiştî.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan destnîşan kir ku ew armanca dorpêçkirina li ser HDP’ê baş dizanin ku desthilatdarî bi girtina HDP’ê re dixwaze Tirkiyê bigire.

Pervîn Bûldan got:

“Ji ber ku em li dijî şer in û hevkariya gelê kedkar û hejar dikin û hêza me heye em pergala wan a desthilatdariyê biguherînin, me dikin hedef.

Dibe ku di rojeva desthilatdariyê de dixwazin pêşiya HDP’ê bigirin, lê di rojeva me de jî demokrasiya xurt û doza edaleteke rastîn heye.
Dem dema HDP’ê ye. Ew roj nêzik in ku em ê bi hev re bi ser bikevin.”

Back to top button