Siyasetmedarê Kurd Yûsiv Dîbo koça dawî kir

Siyasetmedarê Kurd Yûsiv Dîbo îro li Qamişlo, bi temenê 85 salî koça dawî kir.

Yûsiv Dîbo yek ji pêşengên tevgera siyasî ya kurd ya li Rojavayê Kurdistanê bû.

Ji destpêka damezrandina Partiya Demokratîk a Kurdistanî li Sûriyê di sala 1957’an tevlî partiyê bû.

Di sala 1965’an de tevlî Partiya Çep a Kurd bû, û di navbera sala 1989 – 1997’an bû sekreterê partiyê .

Ji sala 1999 -2005 weke endamekî serbixwe di Hevbendiya Kurd ya Sûriyê de bû.

PYD’ê di 2015’an de, ew weke endamê rûmetê ya partiyê hesiband.

siyasetmedarê Kurd Yûsiv Dîbo 6 caran ji hêla Rêjîma Sûriyê ve hate girtin

Ji ber xebtaên wî yên siyasî, bi biryarekê ji dadgeha leşkerî li Şamê di sala 1974’an, ji hemû mafên xwe yên sivîl hat mehrûmkirin.

Back to top button