Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, ev demeke bê navber gundên herêma Şehbayê topbaran dike.
Vê êvarê artêşa Tirk a dagirker gundên Eyndeqnê û Miniqê yên herêma Şehbayê bi dijwarî topbaran kirin.
Duh jî dîsa dewleta Tirk a dagirker 8 gundên Efrîn û Şehbayê tevî hebûna bi hezaran sivîl bi awayekî dijwar topbaran kirin.
Nûçegihanê me ragihand ku gundên Meranaz, Şiwarxa, Alqemê û Tinebê yên Şera, gundên Aqîbê û Bênê yên Şêrawayê û her wiha gundê Şêx Hilal, Ziwan û bendava Şehbayê bi çekên giran dan ber topan.