Merkel bang li Rûsya dike leşkerên xwe ji sînorê Ukrayna vekişîne

Ji bo dawîanîna li aloziya li ser sînorê Ukraynayê, serokwezîra Almanyayê Angela Merkel bang li Rûsyayê kir, ku hêzên xwe ji sînorê Ukraynayê vekişîne.
Ji aliyê xwe ve, Amerîka, ji bo desteka xwe bi Ukraynayê re nîşan bide, şandina keştiyên xwe yên şer bo Deryayay Reş, lêkolîn dike.

Serokwezîra Almanya Angela Merkel bang li Rûsya kir ku yekîneyên xwe yên leşkerî yên li sînorê Ukraynayê kêm bike.

Merkel di pêwendiyeke telefonî bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin re, banga rawestandina şer û destpêkirina danûstandinan kir.

Ji aliyê xwe ve, Putin da xuyakirin ku rêveberiya Kievê li rojhilatê Ukraynayê, arandinan dike.

Piştî vê pêwendiyê, Kremlînê bi daxuyaniyekê ragihand, ku Merkel û Putin fikarên xwe yên derbarê rewşa li Ukraynayê anîn ziman.

Di heman çarçoveyê de, serokê Ukrayna Volodymyr Zelensky duh serdana eniyên pêşîn ên hêzên Ukraynayî, ku di dema dawî de çend leşker lê hatibûn kuştin û birîndarkirin, kir.

Di encama bilindbûna asta tengejînan di navbera Rûsya û Ukrayanyê de, duh leşkerekî din ê Ukrayanayê hat kuştin û bi vê yekê, jimara leşkerên Ukraynayî yên ji destpêka salê de bûne qurban, dibe 25.

Waşington şandina keştiyên şer bo Deryaya Reş lêkolîn dike

Waşington jî, ji bo piştgiriya xwe bi Ukraynayê re nîşan bide, şandina keştiyên şer bo Deryaya Reş di çend hefteyên bê de, lêkolîn dike.

Berpirsekî ji hêzên deryayî yên Amerîkî ji tora CNN re got, şandina van keştiyan, nameyek bo Rûsyayê ye ku Waşington rewşê ji nêz ve dişopîne.

Heman berpirsî diyar kir ku dronên hêzên deryayî yên Amerîkayê li ser Deryaya Reş digerin û eger hêzên Rûsî ti êrîş kir, ew ji bo bersivdayînê amade ne.

Şerê li herêma Donbas Nîsana 2014’an, piştî dagirkirina Rûsya bo herêma Qerim a Ukraynayê bi demeke kurt, dest pê kir.

Di vî şerî de, heta niha bêhtirî 13 hezar kes hatiye kuştin û nêzî milyon û nîvek kes jî ji cih û warên xwe bûne.

Back to top button